Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Federalîzm wê di cotmehê de bê ragihandin
 
Federalîzm wê di cotmehê de bê ragihandin
2016-09-19 17:03
MediaKurd > info@mediakurd.com
Derya Kılıç

Siyasetmedar Îdrîs Nassan derbarê ragihandina fedaralîzm û dîroka wê de zanyarî da BasNûçe’yê û diyar kir ku niha di destpêka meha pêşiya me de federalîzm dê bê ragihandin.

Îdrîs Nassan siyasetmedarê ji Rojavayê Kurdistanê derbarê geşedanên Rojava û amadekariyên ragihandina federalîzmê de axivî Nassan eşkere kir ku Rêveberên Rojava bi bi gel re danûstandine dikin, agahî didin û ji aliyeke jî amedekariya hilbijartinan dikin. Heger hemû tişt amede bê û hilbijartin bên despêkirin, dê di 5 Cotmehê de federalîzm were ragihandin.

Herwiha Îdrîs Nassan bal kişand ser operasyonên Tirkiyê û got: “Hewladana Tirkiyê di destpêkê da ew astengiya federalîzmê bû. Armanca derbasbûna Cerablûsê jî rêligirtina fedaralîzmê û astengkirina rizgarkirina Babê bû. Ew diyar bû. Herwiha Tirkiyê nedixwest Kantonên Rojava bigihîn hevdu. Tevgera Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya bê guman li dijî derbasbûna Tirkiyê ne.” Nassan eşkere kir ku tiştekî dinê diyar ew e lihevkirina ku di navberê Erdoğan û Obama de hatibû kirin, ew herêma di navberê Ceralûs û Ezazê de wek herêmeke ewleh tê naskirin, bila wê derê kontrol bikin û bila aliyê Rojavayê Ferat re neçin. Komên ku Tirkiyê piştevaniya wan dikin, diyar e ku ew gelekî tundrew in û grupên tirkmenên ku helwesta wan ne li gorî piraliyê gelê Rojavayê Ferad in û diyar e ku mafên xelkê wan deran bi pê dike. Ji derê jî tenê Hêzên Sûriya Demokratîk û encûmên pêvê giredayîne Encûmena Menbîc, Encûmana El-Babê ya Leşkerî, Encûmênê rêvebir ew hemû ji hemû aliyên devaran hatine avakirin.

Nassan helwesta civaka navneteweyiyê jî nirxand û wisa pê de çû: “Ji vê jî heta niha helwesta civaka navneteweyî ew e ku piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk û encûmên pêvê giredayîne bikin. Li gorî min; rizgarkirina rojavayê Ferad ji aliyên Encûmenên Hêzên Sûriya Demokratîk dê bên kirin. Herçiqas Tirkiyê astengan çêbikin jî lê tenê dur ê li pêşiya wan hene; yan tenê şerûpêvçûn bê; yan jî Tirkiyê tevlî ew hewldanên koalîsyona Hêzên Sûriya demokratîk li hemberê DAIŞ’ê bibin. Ji vê jî têkez Tirkiyê jî êre bike ku HSD hêza herî serkewtiya li hemberê DAIŞ’ê. “

Hevdîtinên dîplomasî berdewam in

Îdrîs Nassan dîplomasiya nûnerên Rojava jî nirxad û da zanîn ku serdana Birêz Aldar Xelîl û Birêz Asya Abdullah li Londonê û li berê wê jî gelek şandeyê Rojavayê ku derketin û hevdîtin li derveyê pêk anîn û bêguman demeke rêveberiya xweser hatibû amedekirin heta niha jî ew hevdîtinên dîplomasî berdewam in. Nassan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîplomasiyê û axaftina xwe wisa domand: “Yekê jî ji encamana gavên ku ji bo avakirina Rojavayê Kurdistanê hatine avêtin û nêzikitiya navneteweyî jî gelekî êrenî ye. Li gelek welatên paytextê Ewropayê ofîs û nûnertî hatine avakirin. Bi rastî ji bo me gavên dîplomasiyên pêş ketine. Gavên girîng in ji bo pêşerokî êrenî, rêveberiya xweser û federalîya Rojavayê Kurdistanê. Em di paşerojê de wan gavanê neveguhestin û ji bo pejirandina sîstema federalîzma Bakurê Sûriyê jî aliyê wan welatên Rojava. “

BasNûçe