|
Yekîtiya kurdan bingeha serxwebûnê ye |
|
2016-09-19 17:06 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Rêveberê Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê(DYA) yê Iraqê Jay Garner dubare kir ku herêma Kurdistanê bêhtir nêzîkî serxwebûnê dibe û bangî kurdan kir ku gişt bixebitin ku yekîtiya xwe pêk bînin û bi wî awayî xewna xwe ya serxwebûnê pêk bînin.
Garnerê ku piştî ketina Sedam yekem birêveberê Amerîkayê li Iraqê bû, bi televizyona Kurdistan24’ê re axivî û teqez kir ku yekîtiya kurdan hêmana bingehîn a bidestxistina serxwebûnê ye, nexasim li herêma Kurdistanê û bangî kurdan kir ku nakokiyên xwe yên siyasî deynin aliyekî.
Rêveberê Amerîkayê wiha dewam kir: "Kurd neheqiyê li xwe dikin. Divê li dîmena mezin binerin û ew jî serwerî ye. Ew êdî ji her demê bêtir nêzîkî serxwebûnê ne."
Herwiha Garnerê li ser giringiya yekîtiya kurdan wiha got: "Bawer nakim ku serxwebûn pêk were, bê ku partiyên siyasî nakokiyên xwe deynin aliyekî û yekîtiya kurdan pêk bînin… Heta divê partî bibin yek". Ji aliyê din ve, Gardner li ser tevgerên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wiha got: "Ez baş dizanim ku serok Barzanî hewl da gelek caran hewl da ku helwesta partiyên siyasî bike yek".
Garner teqez kir ku serxwebûna Kurdistanê niha pêkan e û wiha dewam kir: "Tiştê girîng, Kurdistaneke yekgirtî ye".
Herwiha Garnerî diyar kir ku bandoreke mezin a Îranê li ser kurdan heye lewra divê Amerîka Herêma Kurdistanê biparêze û bal kişand ser wê yekê ku piştgiriya Amerîkayê ji serxwebûna Kurdistanê re, dê bihêle kurd bibin parêzerên Amerîkayê.
BasNûçe |
|
|