Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Sûriyê hişyarî da kantonên Rojava
 
Sûriyê hişyarî da kantonên Rojava
2016-09-19 17:12
MediaKurd > info@mediakurd.com
Wezîrê Lihevhatina Niştîmanî ya Sûriyê Elî Heyder ragihand, ku hewla encamdana serjimêriyê li Kantona Cizîrê nerewa û neyasayî ye û dewleta Sûriyê wê yekê qebûl nake. Heyder hişyarî da û got, hewla wan aliyên netewî yan tayifî ku bixwazin xwe bi hêza çekan ferz bikin, nayê qebûlkirin.

Derbarê serjimêriya ku li hin bajarên Kantona Cizîra Rojavayê Kurdistanê birêve çûye, Wezîrê Lihevhatina Niştimanî ya Sûriyê Elî Heyder ji Rûdawê re axivî.

Wezîrê Lihevhatina Niştîmanî ya Sûriyê, Elî Heyder hewla encamdana serjimiriyê li Kantona Cizîrê bi nerewa û neyasayî bi nav kir û got, ku ew yek pêngavek nedirust û bêyî agahdariya saziyên Hikûmeta Sûriyê ye.

Elî Heyder got: "Axavtin li ser çi proje, kar an gavan ji aliyekî tenê bi bêyî vegera li dezgehên hikûmî yên Sûriyê, ti şer"iyet (rewatî) an berdewamî ji wan projeyan re nîne, bi taybetî eger ji hin aliyan be, ku bi hêza çekan li hin navçeyên Sûrî were sepandin. Her çi serjimêrî li navçeyên bakur-rojavayê Sûriyê jî bibe, ew gaveke bê şer"iyeta yasayî ye."

Elî Heyder ji Rûdawê re tekezî li ser wê yekê kir ku çê nabe di demekê ku Sûriye di şer re derbas dibe, behsa encamdana serjimêriyê were kirin û da xuyakirin, ku serjimêriya ku Rêveberiya Xweser li Kantona Cizîrê birêve dibe, encameke rasteqîne nade dest.

Heyder wiha axivî:

"Çawa behsa serjimêriyê dibe, di demekê de ku Sûriye, li ser her bihostekê ji zeviyên xwe, di şerekî giran de ye, li dijî terorê. Di encama vî şerî de jî bi hezaran xelk koçber bûne, lewma, bi ne amadebûna beşekî mezin ji gelê Sûriyê, ev serjimêrî encameke rasteqîne nade."

Heyder herwiha anî ziman, ku hewla wan aliyên ku dixwazin bi zor û hêza çekan xwe ferz bikin, êdî nayê qebûlkirine û tekez kir, ku pêwîste dewleta Sûriyê serpireştiya proje û proseyên bi vî awayî bike.

Wezîrê Sûrî wiha got:

"Nabe axavtin li ser çi kar û gavên weke serjimêrî û nûavakirinê bibe, di demekê de ku şer ji çend salan ve heye û pêwîst e ev şer bi dawî bibe û aştî vegere, herwiha dewleta Sûriyê bi awayekî rasterast serperiştiya projeyên wiha bike. Êdî hewla hin aliyên neteweyî yan tayifî ku xwe bi hêza çekan bisepînin, ti carê nayê qebûlkirin."

Elî Heyder destnîşan kir:

"Nabe aliyên ku herêmên bakur-rojhilatê Sûriyê kontrol kirine, li gorî nerîna xwe ya taybet û bi hêza çekan, mafên welatiyan bidine wan an jî wan bêmaf bikin. Diyar e ew aliyên ku navê Rêveberiya Xweser li xwe dikin hewl didin guhertineke demografîk li herêmê pêk bînin. Ew jî ji bo ku bigihêjin armancên siyasî."

Di berdewamiya xavtina xwe de, Wezîrê Sûrî got: "Dewleta Sûriyê ne agahdarî vê serjimêriyê ye û ew tê de jî beşdar nabe, ne jî qebûlkirineke nihên li ser daye, ji ber ku ev gaveke ne rast e. Bi taybetî ku hin alî hene dixwazin kêşeyan ligel dewleta Sûrî dirust bikin."

Elî Heyder ji Rûdawê re got: "Herêmên bakur-rojavayê Sûriyê aram û hêmin bûn. Em hêvîdar in ew rewş wiha bimîne. Dosyeya kurdî jî dosyeyeke niştimanî ye û pêwîst e di destûr û dezgehên hikûmî de çareser bibe. Lê gavên yekalî dê vê rewşê aloztir bikin, êdî dê encamên nerênî bidin, wiha jî berdewamî ji çareyên veqetandî ji rewşa Sûriyê berdewam nakin."

Di dawiya axavtina xwe de ligel Rûdawê, Elî Heyder got: " Lîstikên wiha dibe ku aramiya navçeyê têk bibin."

Rûdaw