Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Bexda alîkariyên darayî dide PKKê
 
Bexda alîkariyên darayî dide PKKê
2016-10-14 22:38
MediaKurd > info@mediakurd.com
Têkilîyên PKK, Iraq û Îranê êdî nayên veşartin. Îran û Iraq (bi taybet jî partîya Nûrî Malikî) êdî bi eşkereyî alîkarîyê didin PKK da ku PKK ji referandûma serxwebûnê û ji Kurdistanek serbixwe re bibe asteng.

Di vê derbarê de Parlemanterekî Kurd ê di Parlemantoya Iraqê de ragihand ku Bexda bi rêyên cuda pere û alîkarîyên darayî dide PKKê. Herweha ewî parlamenterî da zanîn, ew hêzên ku PKKê li Iraqê çêkirine, Hikûmeta Iraqê piştgirîya wan dike û wan wek hêza Heşda Şeibî dibîne.

Parlemanterê PDKê yê li Bexdayê Rênas Cano, ragihand ku “Hikûmeta Iraqê bi hemû awayî û di bin gelek navan de piştgirîya PKKê dike û alîkarîya wê dike".

Cano bi dewamî anî zimên û got: “Tiştê ku Hikûmeta Iraqê dike beşek ji hevrikiya herêmî ye. Hikûmeta Bexdayê ji ber Îranê li dijî Tirkîyê disekine û ev yek tenê ziyanê dighîne Iraqê. Hikûmeta Iraqê ji bo avakirina çend hêzên çekdarî di bin navên cuda de piştgirîya PKKê kiriye û dike. Niha alîkarîya wan hêzan dike û alîkarîyên darayî dide wan, wan hêzan wek hêza Heşda Şeibî dibîne".