Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Yek bûye kêr, yek bûye penîr
 
Yek bûye kêr, yek bûye penîr
2016-10-14 22:54
MediaKurd > info@mediakurd.com
Ji ber ku leşgerên Tirkîyê li herêma Başîkayê ne, navbera dewleta Tirk û Iraqê xira bûye û ha ha rikberî û berberîya hev dikin. Dewleta Tirk naxwaze leşkerên xwe ji Başîqayê bikşîne da ku di pêşerojê de karibe bi hêsanî êrîşî herêmên Mûsilê bike û beşek ji deverên Iraq û Kurdistanê dagîr bike. Ev jî li hesabê Iraq, bi tayber li hesabê Îranê nayê. Îran zixt û zorê dide hikûmeta Bexdayê ku li dijî dewleta Tirk derkeve da ku dewleta Tirk leşgerên xwe ji Başîkayê paşde bikşînin.

Nerazîbûnên li hemberî daxuyanîyên Serokomarê Tirkîyê Erdogan, ên di derbarê hebûna leşkerên Tirk li Başîkayê, bi xwepêşandan û çalakîyên din berdewam dikin. Piştî ku duşema derbasbûyî li Basrayê ala Tirk hat şewitandin, dîsa li bajarê Basrayê grûpekê xwepêşandan lidar xistin. Xwepêşanderan pêşî bi pêlavan li wêneyên Erdogan dan û piştre jî wêneyên Erdogan şewitandin.

Nerazîbûnên li hember daxuyanîyên Erdogan her ku diçe zêdetir dibin û xuyaye wê daxuyanîyên Erdogan demek dirêj serê hikûmeta Iraqê bêşîne. Û helbet wê îran jî rehet nesekine û hikûmeta Bexdayê û Şîeyên Iraqê li hember Erdogan sortir bike..