|
Hemû pêşmerge kur û ezîzê min in |
|
2016-10-16 15:27 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Berî destpêkirina operasyona Mûsilê, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz ji hemû alîyan kir ku tu kes cudatîyê nexe navbera hêzên pêşmerge.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di derbarê beşdarbûna hêzên pêşmerge û operasyona Mûsilê peyamek belav kir û got: "Di du salên dawîyê de bi berxwedana gelê Kurdistanê û lehengîya pêşmerge, efsaneya DAIŞê hat şikestin. Niha şerê li dijî terorîstan di qonaxek yekalîkirinê de ye û hêzên pêşmerge bi ahengîya ligel hêzên artêşa Iraqê beşdarî şerê azadkirina Mûsilê dibe."
Mesûd Barzanî, diyar kir ku "hemû hêzên pêşmerge bi yekrêzî û yekdengî, bêyî cudatîya hizbî û navçeyî beşdarî operasyonê dibin. Hemû pêşmerge kur û ezîzê min in, bira û piştevanê hev in. Daxwazê ji hemû alîyan, berpirs û ragihandinan dikim ku cudatî û rikberîya hizbî nexin nav hêzên pêşmerge. Pêşmerge yê hemû Kurdistanê ye û serketfina pêşmerge jî serkeftina hemû Kurdistanîyan e."
|
|
|