|
30 hezar pêşmerge û serbaz beşdarî operasyona Mûsilê dibin |
|
2016-10-16 15:59 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Çavê hemû cîhanê li şerê Mûsilê ye. Rizgarkirina bajarê Mûsilê ji bo Kurdan girîng e û ji bo vê jî, demek dirêj e ku amadekarîyên xurt ji bo rizgarkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAÎŞê dihatin kirin.
Li gor tê dîtin û gotin, wê şerê Mûsilê şerekî dijwar û giran be. Giringî û mezinbûna bajarê Mûsilê û derûdora wê, rewşa şer jî girantir dike. Li gor tê gotin, wê 30 hezar serbazên Iraqê û Pêşmerge beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin. Rizgarkirina bajarê Mûsilê wê darbeyek mezin li DAÎŞ bide û wê lawaztir bike.
Li gor tê gotin, 6 hezar çekdarên DAIŞê di nav bajarê Mûsilê de ne û endamên DAÎşê jî ji bo şerê Mûsilê amadekarîyên xwe kirine. Li gor pispor dibêjin, endamên terorîstên DAÎŞê li Mûsilê bi kûrbûna du metroyan jêrzemîn û xendeq kolane, teqînên bi madeyên kîmyawî jî amade kirinine ku rêgirîyê li pêşîya xelkê bajêr bigrin û wan wek mertalên mirovî bikar bînin.
|
|
|