Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Peşmerge 200 km ji bin destê Daeşê rizgar kirin
 
Peşmerge 200 km ji bin destê Daeşê rizgar kirin
2016-10-17 17:15
MediaKurd > info@mediakurd.com
17/10-2016 Musil, seet 17:00
Îro serok Barzanî di cepheya bi navê "Hazir" di şerê dijî rêxistina terorê Daeşê de derheqa şerrî de daxuyaniyên girîng da.

Serok Barzanî got ku ew hewil didin ku Musil nebe wek bajarê Helebê.

Herweha serok Barzanî got ku piştî şerrî dê komisyonek bilind di navbeyna Kurdistanê û Iraqê de were sazkirin.

Li ser pirsa nakoiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de serok Barzanî weha got:
Em hêvîdiar in ku di navbeyna wan her du aliyan de hevûdû têgigiştin pêk were.

Hate ragihandin ku hêzên peşmerge bi awayekî bi lez di pêş de diçe.

Heya niha peşmerge dora 200km axa Musilê ji bin destê Daeşê rizgar kirine.

Em wek Mediakurd dê hewil bidin ku dengûbas, nûçe û qewimînên nûjen biweşînin.