Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Serkeftina Pêşmerge nasandina navneteweyî ji bo serxwebûna Kurdistanê zêdetir dike!
 
Serkeftina Pêşmerge nasandina navneteweyî ji bo serxwebûna Kurdistanê zêdetir dike!
2016-10-18 13:19
MediaKurd > info@mediakurd.com
18/10-2016- Musil

Serkeftina pêşmerge dijî rêxistina terorîstanê Daêşê di Musil de, dê piştgiriyek xurt ya navneteweyî ji bo serxwebûna Kurdistanê bike.

Îro roja hê duwem e ku pêşmerge dest bi ruxandina rêxistina Daêşê kiriye.
Wisa diyar e ku pêşmerge ziyanên mezin dane vê rêxistina terorîstane.

Li jêr hinek encamên serkeftina pêşmergeyan:

Pêşmerge 9 gund ji bin destê Daêşê rizgar kirine.

Dora 200 kîlometre çarçik erd azad kiriye.

5 rêvbirên Daêşê yên bilind di ku ew rêza ku jê re dibêjin "emîr" de kuştine.

Û hindek tunelên ku Daêşê teqemenî, cebilxanê ku wan tê de veşartine da ku ew wan ji bo teqandinê bikarbînin, kifş û ew bê zerer kirine.

Û wek gotina dawiyê:
Her gavek serkeftinê eynî wextê de dibe gavek nêzîktir bo nasandina serxwebûna Kurdistana başûr.