|
Cafer Şeyh Mustafa: Em ji deverên ku pêşmerge rizgarkirine venakişin! |
|
2016-10-19 08:58 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
19/10-2016- Musil Komandarê pêşmerge Cafer Şeyh Mustafa, ragihand ku devera ku pêşmerge bidest xistine ji xeynî hêze pêşmerge ew qebûl nakin tu hêzek dî li wir bimînin û pêşmerge ji wir dernakevin.
Cafer Mustafa dibêje: Li gor peymana wan digel Iraqê kirine, gava operasyona eskerî tewa bû hêza Iraqê dê ji deverê vekişe û wê li wir bes hêza pêşmerge bimîne.
Û wê pêşmerge ji wir navekişe.
Li aliyê dî jî Cafer Mustafa piştrast kir ku di operasyona Musilê ji xeynî hêzên pêşmerge û yên Iraqê tu hêzen dî beşdar nebûne.
Li ser pirsa: "Gelo li wan deverên ku pêşmerge bidestxistine hêza Iraqê bicih dibe?" Komandarê pêşmerge weha got:
Li gor peymana wezareta pêşmerge digel wezareta parastina Iraqê de deverên ku rê li ber pêşveçûna hêza Iraqê asantir bike, dê hêzên Iraqê li hindek deveran bichih bibe û bargehan li wir pêkbîne.
Cafer Mustafa got: Lê ez dixwazim pişrast bikim ku piştî tewakirina operasyona Musilê, tu hewceyî bi mayina hêza Iraqê li wan deveran namîne. Ji ber ku pêşmerge dê li wir be.
Cafer Mustafa berdewam kir: Herweha li gor peymana me digel Iraqê ew e ku piştî operasyonê dê hêza Iraqê vekişe. Û pêşmerge ji deverên ku rizgarkirine dernakevin û tu hêzên dî dê li wir nemînin.
Lê em ji bo hevkariyê herdem amade ne. |
|
|