Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Kurdên şebek kêfxweş in
 
Kurdên şebek kêfxweş in
2016-10-19 17:58
MediaKurd > info@mediakurd.com
Di şerê rizgarkirina Mûsilê û gundên Kurdan de hêzên pêşmerge serketinên mezin bi dest dixin û pêş de diçin. Yek ji wan kes û xelkên ku bi serketina pêşmerge kêfxweş in, Kurdên şebek in.

Kurdên şebek li der û dora Mûsilê dijîn û 56 gundên wan ji alî terorîstên DAÎŞê ve hatine dagîrkirin. Ji wan 56 gundên Kurdên şebek heta niha 15 gund bi destên pêşmerge hatine rizgarkirin û Kurdên şebek bi vê yekê pir serbilind û kêfxweş in.

Nûnerê Kurdên Şebek di Parlemantoya Iraqê de Salim Şebek, ragihand ku “Ji nava 56 gundên Şebek 15 gund hatine rizgarkirin û tê çaverêkirin ku di çend rojên bê de ew gundên din jî bên rizgarkirin.”

Şebek wiha got: “Niha û piştî azadkirina gundên me Kurdên şebek pir dilxweş û pir kêfxweş in, lewma em gelekî spasîya Serok Barzanî dikin ku serperiştîya azadkirina gundên me dike. Rizgarkirina gundên me ji me re pir girîng e, herwiha em spasîya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku di vê kirîza darayî de alîkariya me dike.”

Şebek herweha anî zimên ku hêzên Kurdên şebek jî di şerê rizgarkirina Mûsilê de beşdar in