Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Serkeftina pêşmerge pir girîng e
 
Serkeftina pêşmerge pir girîng e
2016-10-20 18:54
MediaKurd > info@mediakurd.com
Hêzên pêşmerge bûye tirsa dilê neyarên Kurd û bi taybet jî tirsa dilê terorîstên DAÎŞ ê. Ji alîyê din, pêşmerge li cîhanê wek hêzên qehreman û mêrane nav û deng daye û bi serbilindî tên pesinandin.

Di vê derbarê de Berpirsê Enîya Rojavayê Kerkûkê Dr. Kemal Kerkûkî got ku "serkeftinên hêzên pêşmerge di operasyona rizgarkirina Mûsilê
de pir girîng in. Ev serkeftinên hêzên pêşmerge bi serperiştîya Serok Barzanî dibin. Hêzên pêşmerge serkeftin li pey serkeftinê bidest dixin û efsaneya DAIŞê dişkînin. Em piştrast in ku pêşmerge serkeftinên mezintir bidest bixin.”

Kerkûkî bi dewamî anî zimên û got: “Hêzên pêşmerge li cîhanê yekemîn hêz bûn ku karîbûn li ser erdê tirs û xeterîya terorîstên DAIŞê têk bibin, herwiha alîyên din jî piştre çav li Ppêşmerge kirin".

Dr. Kemal Kerkûkî da zanîn ku "piştî ewqas qurbanî û şehîdan, pêşmerge wê ji wan navçeyên rizgarkirî venekişin. Bi fedakarîyên pêşmerge wê
dadwerî, aramî û asayîş li navçeyên azadkirî belav bibe û hemû kes bigihên mafên xwe".

Kemal Kerkûkî herweha got ku "pêwiste Bexda îtîrafê bi mafê Kurdan bike, ku Kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.”