|
Pêşmerge ala Kurdistanê li ser 9 gundan bilind kir |
|
2016-10-20 19:00 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Di operasyona şerê rizgarkirina Mûsilê de hêzên pêşmerge bi fedakarîyek mezin bi pêş dikevin û gav bi gav gund û navçeyên Kurdistanê rizgar dikin û ala Kurdistanê di navçeyên rizgarkirî de diçikînin.
Heta niha hêzên pêşmerge li enîya Başîk, Naweran û Tilisqofê 9 gund rizgar kirine û çendên din jî dorpêç kirine. Li eniîya Başîkê gundên Xirape Delîl, Tîsxirapeya Mezin, Tîsxirapeya Biçûk û Pîrhelan hatine rizgarkirin. Herwiha hindik maye ku derbasî nava nahîyeya Başîkê bibin. Li enîya Naweranê gundên bi navê Naweran, Qaîm, Simaqî û Barîmen hatine rizgarkirin. Li enîya Tilisqofê gundê Maora hatiye rizgarkirin. Herwiha hêzên pêşmerge gundên Kebrik û Kanî Şêrîn dorpêç kirine û ber bi gundê Filfêlê ve diçin.
Ev serketin û pêşdeçûna pêşmerge nîşana wê yekê ye ku rizgarkirina bajarê Mûsilê jî nêzîk e û ne dûr e. |
|
|