|
PDKÎ amade ye beşdarî şerê Mûsilê bibe |
|
2016-10-20 19:23 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Hêzên pêşmerge yên Partîya Demokrata Kurdistana Îranê PDKÎ amade ne ku beşdarî şerê azadkirina Mûsilê bibin û alîkarîya brayên xwe bikin.
Di vê derbarê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Tahir Mihmûdî ji çapemenîyê re got: “Heke hikûmeta Kurdistanê daxwazê bike, PDKÎ ji bo azadkirina axa pîroz a Kurdistanê amade ye hêzê bişîne şerê DAIŞ`ê.”
Tahir Mehmûdî, anî zimên ku " Pêşmergeyên PDKÎ amade ne bi can û xwîna xwe axa Kurdistanê biparêzin û di şerê DAÎŞê de piştevanîya brayên xwe yên pêşmerge bikin".
|
|
|