|
Hêzên Pêşmerge sînorekî berfireh rizgar kirin |
|
2016-10-24 17:59 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Di operasyona rizgarkirina şerê Mûsilê de pêşmergeyên qehreman gelek navçe û deverên girêdayî bajarê Mûsilê ne û xaka Kurdistanê ne, rizgar kirin.
Di vê derbarê de Berpirsê Dezgeha Ragihandinê û Hişyarîya Netewî ya Wezaret Pêşmerge Helgurd Hîkmet, ragihand ku hêzên pêşmerge baş pêşde çûne û navçeyek berfireh ji destê DAIŞê derxistine. Helgurd Hîkmet ji çapemenîyê re ragihand ku “Hêzên pêşmerge navçeyek berfireh ji destê DAIŞê derxistine. Pêşmerge li enîyên Başîk, Mexmûr, Xazir û Naweran gelekî pêşde çûne û navçeyek berfireh rizgar kirine. Bihêztirîn xala leşkerî û cografî ya Başîkê hatiye kontrolkirin, ku ew jî riya serekî ya Başîk – Tilisqof e. Ew jî rêya serekî ye ji bo bidestxistina Mûsilê".
|
|
|