Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Em nahêlin ti hêzek Iraqê bê Kerkûkê
 
Em nahêlin ti hêzek Iraqê bê Kerkûkê
2016-10-24 18:11
MediaKurd > info@mediakurd.com
Êrîşa DAÎŞ a li ser bajarê Kerkûkê (ku gelek alî gumanê ji Tirkîyê û hikûmeta Bexdayê dikin) fersend da hikûmeta Bexdayê û hetta dewleta Tirk ku desttêwerdanan di bajarê Kerkûkê de bikin û bi mahneya DAÎŞê hêzên xwe li Kerkûkê bi cîh bikin.

Hinek terorîstên DAÎŞê ji alî pêşmergeyan ve hatin girtin ku ji bakurê Kurdistanê bajarê Batmanê bûn û endamên Hizbûllah (Huda-par)ê bûn, di mikurhatinên xwe de gotibûn ku "helîkopterên Tirkîyê em anîn li nêzîkî Kerkûkê danîn". Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk û bi rêya îranê jî hikûmeta Bexdayê dek û dolabên kirêt li Kerkûkê digerînin û ji bo Kerkûk ji destê Kurdan derkeve, çi ji destê wan tê dikin.

Di vê derbarê de Parlemanterê Iraqê yê PDK Şaxewan Ebdulah, ji PDK info re ragihand û got ku " Pêwîstîya bajarê Kerkûkê bi hêzek Iraqî tune ye û em bi ti awayî rê nadin hêzên Iraqê ku bi hênceta valahîya ewlekarîyê bên Kerkûkê".

Şaxewan Ebdulah bi berdewamî got: “Pêwîstîya Kerkûkê bi hêzên Iraqê tuneye, lê belê pêdivîya me bi piştevanî û çek û tifaqê heye, da ku em xwe pê biparêzin. Her kesek bixwaze Heşda Şeibî yan jî hêzek din bîne Kerkûkê, xayîn e. Herwiha em bi ti awayî rê nadin hêzên Iraqê ku bi hênceta valahiya ewlekarîyê bên Kerkûkê”.