|
Şêwirmendê pêşmerge Dr. Saît Çurukkaya brîndar bû |
|
2016-10-26 20:36 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Şêwirmendê Leşkerî yê "Hêza Pêşmergeyên Agirî" DR. Seîd Çurukkaya, di dema rakirin û pakijkirina mayînekê de bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyek ji yên Hewlêrê.
Dr. Seîd Çurukkaya, ku kadroyek kevn ê PKK û brayê Selim Çurukkaya ye û li Kurdistanê bi fedakarî alîkarîya pêşmergeyên Kurdistanê dike, dema ku li enîya Başîkayê mayînên DAÎŞê ji erdê radikir û xaka Kurdistanê ji mayînên terorîstên DAÎŞê pakij dikir, mayîn pê de teqiya. Di dema teqînê de pêşmergeyekî PDK-Îranê şehîd ket, Dr.Çurukkaya û pêşmergeyekî din giran brîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyek ji yên Hewlêrê.
Em şîfayê ji wî û ji temamê pêşmergeyên brîndar re dixwazin, hêvîdarin ewê di demek nêzîk de bi selametî vegerin ser kar û erkên xwe. |
|
|