Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Kurd ji bo xwe şer dikin ne ji bo Amerîka
 
Kurd ji bo xwe şer dikin ne ji bo Amerîka
2016-10-27 21:48
MediaKurd > info@mediakurd.com
Gelo Kurd ji bo xwe şer dikin, yan ji bo Amerîka?
Ev pirs di serê gelek kesan de diçû û dihat û şik dikirin ku Kurd ne ji bo xwe, lê ji bo Amerîka şer dikin.

Di vê derbarê de Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî rasterast anî zimên got: Kurd ji bo xwe şer dikin, ne ji bo Amerîka yan ji bo kesekî din.

Serokê Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî, li gel Serokê Hevpemanîya Niştimanî ya Iraqê Ammar El Hekîm li Enîya Xazir civînek rojnamevanî pêk anî.

Mesûd Barzanî, diyar kir ku hevrêzîya di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam e, û got ku "rola hêzên pêşmerge di operasyona rizgarkirina Mûsilê de hatiye destnîşankirin".

Serok Barzanî li ser pirsa rojnamevanekî “Gelo Amerîka Kurdan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne?” bersiv da û got: “Gotina Amerîka Kurdan bikar tîne şaş e. Em ne ji bo wan, em ji bo xwe şer dikin. Herwiha em sipasîya Amerîkayê jî dikin ku alîkarîya me dike.”