Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PDK:Girtina Hevserokên HDP xizmeta pêvajoya demokrasiyê nake
 
PDK:Girtina Hevserokên HDP xizmeta pêvajoya demokrasiyê nake
2016-11-05 22:26
MediaKurd > info@mediakurd.com
Hikûmeta Erdogan vê heyamê bi tundî êrîşî ser PKK û HDP dike. Çi li bakur be, çi jî li rojavayê Kurdistanê be, êrîşî ser baregehên PKK û YPG dike û naxwaze ku li sînorên Tirkîyê Kurd bi ser bikevin.

Piştî êrîşên ser PKK û YPG, îcar jî hikûmeta Erdogan berê xwe da parlamenterên HDP û dest bi girtina wan kir. Di serî de hevserokên HDP Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag, zêdeyî 10 parlamenterên HDP girtin û berê wan dan girtîxanê.

Di vê derbarê de nerazîbûnek mezin di nav Kurdan de çêbû. Her çiqasî HDP doza Kurdistanek serbixwe nake û dixwaze Kurdan di nav sînorên Tirkîyê de bi Tirkan ve pîne bike jî, çi li Kurdistanê û çi jî li Ewrûpayê nerazîbûn zêde ne.

Di derbarê girtina parlamenterên HDP de PDK jî nerazîbûna xwe nîşan da.

Frakisyona PDK ya Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyanîyekê diyar kir ku desteserkirina parlamenterên HDPê xizmeta pêvajoya demokrasîyê nake.

Frakisyona Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya Parlamentoya Kurdistanê, di derbarê binçavkirina hevserok û parlamenterên HDP de daxuyanîyek nivîskî weşand û ragihand ku “Girtin û desteserkirina hevserokên Partîya Demokratîk a Gelan û parlamenterên wê partîyê cihê dilgiraniîyê ye. Gef û zixtên wiha bi ti awayî xizimeta pêvajoya demokrasîyê nakin û di heman demê de, şer û pevçûn û hevdû qebûlnekirin xizmeta pêkvejiyanê nake.”