Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Dîrok û Girtina Dersan!
 
Dîrok û Girtina Dersan!
2016-11-05 22:37
MediaKurd > info@mediakurd.com
Şeyhmus Ozzengîn

Di navbera hilbijartinên 7ê Hezîran û 1ê Kewçêrîn ê de nêzî 5 mehan derbas bibû. Niyet û armanca dewleta Tirk a dagirker ji berî hilbijartinan -bi demek dirêj- zelal bibû.
Pêşî tifaqa bi „ekiba Gulen" re ji dewrê derket, bi hêza "JİTEM, ERGENEKON" û "DAÎRA TAYBETİYA ŞERR" re têkilî destpê kir.(Em dikarin bêjin lihevhatin jî).

Girtiyên "JİTEM" û "ERGENEKON" ê yek bi yek hatin berdan. Di nav hêzên xwe yên paramilîter de cîh girtin û ketin dewrê. Dest bi „ajenda paramilîterî" a didestên wan de kirin.
Çi di vê ajeda di destê wan de hebû?
Di 7ê Hezîranê de AK-Partî bi serê xwe mercên bi desstxistina îktîdarê wenda kir. Partiya ku bi „navê kurdan" û çepên tirkan (HDP) ku „bi parastina yekitiya tirkîye"(!) ketibû hilbijartinan, bi 80 wekîlan ket meclîsa dagirkeran û bû "partiya Tirkîye" û di vê helwestê de xwe îspatkir(!)
Ev îşaretek bû ku wê li Kurdistan mîna salên 1990, pêvajokek destpê bike: İşaret, yek bi yek zelal dibûn; lê hêzên ku di bin bandora PKK de tevdigeriyan, ji dêlva ku Netewa Kurd û Kurdistan ji vê xeteriyê û ji van alozîyan, ji vî şerê biqirêj biparêzin; tersê wê kirin û agir bêtir gûrkirin!

Bajar û bajarok/gundên Kurd û welatparêz kirin hedef ji êrîşên dewletê re û bûn sebebên ku li Kurdistan carek din, koçberî, talan, metirsî û kujtin destpê bike. Rê ji kirinên dewletê re vekirin.
„Rê girtin, kontrol kirin û bi seatan Kurd di riyan de bê av û birçî, perîşan kirin. Erebên wan şewitandin û ew maxdûr kirin."(!) Ev jî tepkiyek din derxit holê.
Hin sebeba êrîşên bajaran û hin jî ev kontrolkirina riyan, ji êrîşên hêzên dewleta tirk re sebeb çêdikir. Lê serkêşên PKK ev rast nedixwendin, an jî nedixwestin ku rast bixwînin û bêtir bi beyanatên xwe benzîn bera ser vî agirî didan, hartir dikirin(!)
Tevger a legal ku di bin bandora PKK de ye, bêçar ma û tenê bi sloganên tûj, lê bêwate pêvajok domand.
Li ser van bûyer, kujtin, koçberî û talanên dewleta dagirker, hilbijartin a 1ê meha Kewçêrînê 2015 an destêkir...
Îttîfaqa hêza tirkan a îktîdarê û hêzên paramilîter bi wî pîlanê jor ketin hilbijartinan û ji tirkan re got "em pêvajokek wusa destpê dikin. Piştgirîyê bidin me, emê tevgera Kurdan bidawî bînin."

Ji tirkan rayê û îktîdarek xurt xwestin."(!)
Tirkan di hilbijartinê de ev xwestin pejirandin û ev îttîfak bi tena serê xwe anîn îktîdarê.
Di anînîna vê îttîfaqê a îktîdarê de tirkan carek din krêdî dan dewletê û gotin fermo li Kurdistan, êrîş, talan, kujtin û koçberîyê bidomîne. Em li pişta te ne(!)

Hêza legal a ku di bin bandora PKK deye li hemû bajar û bajarokên Kurdistan ji %17/20 rayê wenda kir: ji 80 kursiyên Meclîsa 7 Hezîranê daket 59 kursiyan û 21 wekîl wunda kir.
Rivebirên PKK ji dêlva ku helwest û siyaseta xwe dibin çav re derbasbikin; tam tersê wê sûcê wundakirina van rayan xist stûyê partiya legal û got "we rola xwe baş nelîst û hûn pasîf man"(!)

Piştî hilbijartina roj bi roj ew şerrê biqirêj geştir û dijwartir bû. „Şerrê hendeka" bû sebebê qetilkirina 10 hezar keç û xortên kurdan. 13 bajar hatin hilweşandin. Yek milîyon Kurd li welatê xwe bûn aware, bê mal û bê debar man. Li ser metodên vî şerrî bi balkêş, ne PKK û ne jî tevgera wê a legal helwestek berpirsîyarî dananî. Car caran wek „xwerexne- uzur xwestin" tiştin derketin, lê dîsa gel dihat şermezar kirin ku „çima hîn xuntir piştgirî nade. Ji şerr direve û ênîya berxwedanê terk dike!"(!)

Îro Dewleta Tirk a dagirker li ser van xeterî û alozîyên mezin siyaseta xwe a dijraberî Kurd û Kurdistan dubare dike. Hin li rojhilata navîn û hin li ser bakurê Kurdistan bandora xwe zêde dike. Di „bazara li ser Kurdistan" de dixwaze kerta destê xwe xurt bike. Divê siyasetmedarên PKK ev rastî baş bikarîbana binirxînin! Mixabin di demek wusa nazik de her gava ku hat avêtin, xizmet ji xurtkirina kerta tirkan re kir û cîh li kurdan teng kir. Niha jî bedela wê siyaseta bêwate tê dan...

Îro eger Dewleta Tirk a dagirker, bi hawayekî gelemperî ji mamoste û rojname-rojnamegeran, heta Serokên Şahredarîyan, heta wekîl-serokên partîyê dest bi girtinê kiribe. Divê em sebebên vê wêrektîya dewletê binirxînin ku em bigihêjin netîceyekê. Lê ku em ji kirinên xwe û ji siyaseta xwe a çewt dersan negirin, wê bûyer her ji me re dubare, sêbare bibin...

Li ser „beşdarbûna parlementoya tirkan û demokratik kirina dewleta tirk, siyaseta biratîya gelan!" dîrok dubare dibe!
Bi kisa kêm û kurt:

Pêvajoka êrîşan li ser Kurd û Kurdistan berdewame. Eger tevgera Kurd li henber vê ajenda dewleta tirk helwestek Kurd û Kurdistanî negire, wê tevgera Bakurê Kurdistan derbên giran bixwe. Dewlet wê bicarekê de kontrolê bigire destê xwe û koçberiyek mezin li Kurdistan destê bike.
Divê em ji vê re amade bin.

Rûpela Nû