|
Nêçîrvan Barzanî ji bo HDP peyamek belav kir |
|
2016-11-05 22:41 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta girtina parlamenterên HDP daxuyanîyek belav kir û daxwaza berdana wan li dewleta Tirkîyê kir.
Daxuyanîya Nêçîrvan Barzanî ev e:
Girtina hevserokên HDP û hejmarek parlemantarên din yên wê partiya yasayî li Tirkiyê, cihê dilgiraniyê ye. Bi baweriya me, ev yek rewşa Tirkiyê aloz dike, lewma em daxwaz dikin hevserokên HDP werin azadkirin û bi awayekî aram muamele bi vê rewşê re bê kirin û rêza îradeya dengderên Tirkiyê bê girtin, ku ew jî hilbijartin e. Em daxwazê ji HDP jî dikin wek partiyeke yasayî li Tirkiyê, li gor yasayên wî welatî tevbigere.
Her wiha em teqîna Amedê şermezar dikin, ku bûye sedema wê yekê ku gelek welatiyên sivîl û polîs canê xwe ji dest bidin.
Em daxwaz dikin ji bo berjewendiya hemû aliyan, dest bi proseyeke sivîl û aştîxwaz ji bo çareseriyeke rastîn bê kirin.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
|
|
|