|
KCD daxwaza navbênkariya Barzanî dike |
|
2016-11-05 22:52 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku navbênkarîyekê bike da ku hevserok û parlamenterên HDP bên azadkirin.
Hevseroka KCD Leyla Gûven, daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku rola xwe di rizgarkirina hevserok û parlamenterên HDP de bilîze.
Gûven da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê li Tirkîyê xwedî rêz e û xwedîyê bandorek mezin a diblomatîk e, lewma ew kare navbênkarîyekê bike.
Balkêş e, di rojên teng xwe PKK, HDP, PYD, KCD û PHD xwe davêjin tor û bextê Mesûd Barzanî û alîkarîyê jê dixwazin. Lê ku cîh li wan fireh bû, dîsa wek berê dest bi dijminatîya cenabê wî dikin û êrîşî wî dikin. |
|
|