Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PYD bi alîkarîya Esed xwe ferz kiriye
 
PYD bi alîkarîya Esed xwe ferz kiriye
2016-11-09 17:52
MediaKurd > info@mediakurd.com
Wek tê zanîn, PYD bi tundî dijberî û dijminatîya ENKS û partîyên din yên rojavayê Kurdistanê dike û nahêle ew li rojavayê Kurdistanê siyasetê bikin. PYD bi girtina endamên wan hêz û partîyan û bi darê zorê xwe li ser Kurdên rojava ferz dike û dershilatdarîyek zordarîyê dimeşîne.

Di vê derbarê de Endamê Serkirdayetîya PDK-S Nûrî Brîmo, ji çapemenîyê re axivî, rexne li siyaseta PYD girt û got: "PYD xwe bi hêza çekan û alîkarîya rêjîma Esed xwe li ser xelkê rojavayê Kurdistanê de ferz kiriye, lê civaka Kurd ne ligel wê ye".

Nûrî Birîmo bi dewamî anî zimên û got: “PYD bi hêza çekan û alîkarîya rêjîma Sûriyê bûye desthilatdarê rojavayê Kurdistanê. PYD guh nade ti kes û alîyekî, ji ber ku azadî li cem wan tenê berjewendî û siyaseta PYD ye. Heger tu weke wan nebe tu xwefiroş î û tu ne niştimanperwer î. Lewma xwe bi zorê li ser xelkê rojavayê Kurdistanê de ferz kirine û ji rêjîmê jî xerabtir tînin serê rojavayê Kurdistanê. Lê civaka Kurd ne ligel wan e, ji ber ku çek û milîs di destê wan de ne û ya rastî ew e ku xelkê rojavayê Kurdistanê ligel ENKS û PDK-Sê ne, ji ber ku xwediyê pirojeya netewî ne”.

Birîmo herweha anî zimên ku “PYD li dijî projeya netewî ye û ji bo têkbirina rojavayê Kurdistanê dixebite. PYD rojane xortên rojava dide şehîdkirin bêyî ku tu projeyek wê ji bo pêşeroja rojavayê Kurdistanê hebe".