Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PYD hiştiye xelk bêjin xwezî bi dema rêjîmê
 
PYD hiştiye xelk bêjin xwezî bi dema rêjîmê
2016-11-14 19:58
MediaKurd > info@mediakurd.com
Helwest û kiryarên PYD yên li dijî Kurdên rojava bûye cîhê xof û tirsê. Girtina endamên partîyên ji derveyî PYD, zordarîya li dijî Kurdên ku ne hevalên PYD ne, hiştiye ku Kurdên rojava xwezîya xwe bi rejîma Beşar esed bînin.

Di vê derbarê de Endamê Nûneratîya ENKS yê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd, ji çapemenîyê re anî zimên ku Kurdên rojava ji ber zilm û zordarîya PYD xwezîya xwe bi rejîma Beşar Esed tînin û ji helwesta PYD bêzar bûne.

Newaf Reşîd, bi dewamî anî zimên ku “PYD li rojavayê Kurdistanê hîna endam û serkirdeyên me bernedane, hinekan azad dike û hinekan digire û zindanên wan ji endamên me vala nabin. Lewma jî niha ji ber siyaseta PYD rojavayê Kurdistanê ji Kurdan vala bûye û Kurd koçber dibin.”

Reşîd di dawîyê de got: “Kar û kiryarên PYD li rojavayê Kurdistanê li dijî Kurd û Kurdistan û projeya Kurdî ne. Wan karan dikin da ku xelk li dema rêjîma Sûriyê poşman bibin. Lewma jî niha xelk dibêjin xwezî bi dema rêjîmê, ku ev jî plana rêjîma Beşar Esed a li dijî Kurdan e.”



Wî endamê Nûneratiya ENKSê wiha domand: “PYD nexwedî ti pirojeyekî netewî ye û dibêjin niha nedema dewleta netewî ye û dema wê çûye. Ew pirojeya PKKê cîbicî dikin ku Rojava bikin milkê xwe, lê xelkê Rojavayê Kurdistanê wê yekê qebûl nakin.”