Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Yên ligel PKKê mane, Beisiyên kevin in
 
Yên ligel PKKê mane, Beisiyên kevin in
2016-11-15 19:55
MediaKurd > info@mediakurd.com
PKK li ingalê xirab dilîze. Ne tenê li ingalê, li hemû deverên Kurdistanê jî heman siyaseta dij Kurdistanî dimeşîne. Bi taybet li Şingalê li gor daxwazên Îran û hikûmeta Bexdayê tev digere û çekdarên ku li Şingalê hevalbendîya PKK dikin, ji hikûmeta Vexdayê peran distînin.

Di vê derbarê de Qaymeqamê berê yê Şingalê Meyser Hecî Salih, ji çapemenîyê re ragihand ku " Xelkê Şingalê yên ku tev li PKKê bibûn, roj bi roj ji wan vediqetin û yên ku di nava wan de mane Beisiyên kevin in".

Meyser Hecî Salih, da zanîn ku: “PKK hêzek ne yasayî ye, ji derveyî Herêma Kurdistanê hatine Şingalê û dixwaze bi her awayî desthilata xwe li devera Şingalê berfireh bike. Lê hejmarek kêm ji xelkê Şingalê ligel wan e, piranîya kesên ku ligel wan in jî Beisiyên kevin in.”

Hacî Salih da zanîn ku xelkê Şingalê ji PKK hez nake got: “Xelkê Şingalê yên resen li dijî hêza PKKê ne, ji ber ku zanin heta ew li Şingalê bin dever xweş nabe û rewş venagere beriya hatina DAIŞê. PKK ji xwe pê ve kesî qebûl nake û xwe bi ser navçeyê de ferz dikin. Lê xelk dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe.”