Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Asayîşa PYD 6 serokên Partîya Yekîtî girtin
 
Asayîşa PYD 6 serokên Partîya Yekîtî girtin
2016-11-18 21:41
MediaKurd > info@mediakurd.com
PYD û hêzên pê ve girêdayî dev ji zilm û zora xwe ya li ser Kurdên rojava bernade û rê nade ku partîyên din siyaseta xwe bikin. Zordarîya wan a herî dawîn li ser Partîya Yekîtî û girtina serokên wê çêbû.

Li gor Televîzyona K24, hêzên asayîşa PYD êrişî ofîsa PYKS ya li bajarê Amûdê kirin û Cîgirê Serokê wê partiyê Hesen Salih û endamên Polpîtburoya PYKS Ebdisemed Xelef Biro, Enwer Naso, Marûf Mela Ehmed û Sebrî Mîrza girtin.

Li gor nûçeya K24, dergehê ofîsa PYKS ya Amûdê û radyoya Amûde F.M ji alîyê asayîşa PYD ve hatibûn girtin. Dema çend endamên polîtburoya wê partîyê û xelkê sivîl çûne ofîsê, rastî êrîşa hêzên asayîşê hatine.

Di êrîşa asayîşa PYD de li derdora 20 endam û rayedarên PYKS yên di ofîsa partîyê de bûn, ji alîyê asayîşa PYD ve hatine girtin û ji bo lêpirsînê birine navenda asayîşê.