|
Armanca kuştina wî melayî, têkbirina aramîya Kurdistanê ye |
|
2016-11-24 19:14 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Her ku daxwaza serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêşdetir dikeve û serxwebûn nêzîktir dibe, hinek alî dixwazin aramîya Kurdistanê aloz û xirab bikin û provokasyonan pêk bînin. Ji taybet alîgirên PKK û Tevgera Goran bi alîkarîya Bexda û Tehranê nanokîyên Başûrê Kurdistanê kûrtir dikin da ku PDK û Barzanî darbeyan bixwin û serxwebûna Kurdistanê paşde bikeve.
Şeva 23.11.2016, di kolana Behar li bajarê Hewlêrê, pêşnimêjê mizgefta (Omerbendiyan) Dr. Wişyar Îsmaîl di mala xwe de rastî êrîşa kujtinê hat û li nexweşxaneyê canê xwe radest kir.
Di vê derbarê de Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyek li ser kujtina pêşnimêjê mizgefta bajarê Hewlêrê belav kir û tê de ragihand ku "armanca kujtina wî melayî têkbirina aramî û îstiqrara Hewlêrê û Kurdistanê ye".
Dr. Wişyar Îsmaîl, endamê Partîya Îslamî ya Yekgirtû bû.
Bi kujtina Dr. Wişyar Îsmaîl, hinek destên qirêj dixwazin PDK û Barzanî gunehbar bikin û dijminatîyê têxin navbera partîyên Kurdistanê. |
|
|