|
Zilma PYD dom dike |
|
2016-11-24 19:25 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Grûpek çekdar rojnamevan Serdar Darî revandin û ew birin li nêzîkî bendava Şedadê êşkencekirin. Piştî êşkenceyê, grûpa ku girêdayî PYD ye ew avêtin çolekê.
Rojnamevan Serdar Darî, da zanîn ku "bi qondaxa Keleşnîkovê, bi boks û pehînan li min dan û kêrek jî li pişta min xistin. lLê di wê demê de nakokî di navbera endamên wê grûpê de derket, lewma ji mirinê rizgar bûm û min xwe avêt bextê malek Ereb. Ez li cem wan hatim dermankirin, heta ku malabata min xwe gihandin min û ez birin nexweşxaneyê".
Helbet ev ne cara yekem e ku asayîş û çekdarên PYD zilmê li rojnamevan û Kurdên ku ne hevalbendên wan e dike. |
|
|