Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Di operasyona Mûsilê de 1.600 pêşmerge şehîd bûne
 
Di operasyona Mûsilê de 1.600 pêşmerge şehîd bûne
2016-12-01 19:49
MediaKurd > info@mediakurd.com
Ji serî de dihat gotin ku operasyon û şerê rizgarkirina Mûsilê wê giran be. Û xuya bû ku operasyona rizgarkirina Mûsilê giran derbas bûye û dibe.

Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Helgurd Hikmet, ragihand ku ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha hezar û 600 (1600) pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane û şehîd ketine.

Helgurd Hikmet, bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji destpêka operasyona Mûsilê heta niha 1.600 Pêşmergeyan di şerê li dijî DAIŞê de can dane û 10.000 pêşmerge jî birîndar bûne.