|
Bila hemû gundên me bikevin bin desthilata Pêşmerge |
|
2016-12-01 20:05 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Kurdên Şebek daxwaz ji hikûmeta Bexdayê kirine ku gundên wan têkevin bin desthilatdarîya hêzên pêşmerge.
Gundên Kurdên Şebek li derdora Mûsilê dabeşî ser 2 sînoran bûne. Beşek di bin destê pêşmerge de ne û yê din jî di bin destê hêzên Iraqê de ne. Kurdên Şebek niha dixwazin ku gundên wan bi tevahî têkevin bin desthilatdarîya hêzên pêşmerge.
Di vê derbarê de Nûnerê Kurdên Şebek ê di Encumena Parêzgeha Neynewa de Xezwan Hamid, ragihand ku “Navçeya me bûye 2 parçe. 22 gund di bin destê Hêzên Pêşmerge de ne û 36 gundên din jî di bin destê artêşa Iraqê û Heşda Şeibî de ne. Ji ber Heşda Şeibî jî xelk newêrin vegerin ser gundên xwe. 4 gundên din yên Kurdên Şebek hîn jî di bin destê DAIŞê de mane”.
Hamid bi dewamî got: “Em dilgiran in ku gundên me wisa dabeş bûne. Me wek Kurdên Şebek daxwaz kiriye ku hemû gundên me bikevin bin desthilalat û kontrola Hêzên Pêşmerge û tu gundên me di bin destê hêzên Iraqê de nemînin. Me ev daxwaza xwe daye UN jî.” |
|
|