Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Roja Ala Kurdî pîroz be!
 
Roja Ala Kurdî pîroz be!
2016-12-17 19:36
MediaKurd > info@mediakurd.com
17ê Cirîya Paşîn roja Ala Kurdî ye. Bi vê minasebetê, Kurdên li seranserê cîhanê roja Ala Kurdistnê pîroz dikin û bi kêf û şahî pêşwazîya ala xwe dikin.

Ala Kurdî ji sala 2004an ve wek ala fermî ya Herêma Kurdistanê li Parlamena Herêma Kurdistanê hatiye qebûlkirin. Ala Kurdî bûye sembola bi milyonan Kurdên li cîhanê û ji ber vê minasebetê jî Kurd xwedî li ala xwe derdikevin û ala xwe di qad û holan de dihejînin.

Ala Kurdî ji rengên kesk, sor, spî û zer pêk tê. 21 tîrêjên rojê di nav alê de hene ku wek nîşana 21ê Adarê Cejna Newrozê ye.

Ala Kurdî cara pêşîn bi fermî di 17ê Cirîya Paşîn a sala 1945an de li Komara Mehabadê ya Kurdistanê ji alî Serokkomarê Mehabadê Qazî Muhammed ve hatiye bikaranîn. Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî di sala 2004an de biryar stand ku her sal roja 17ê Cirîya Paşîn wek "Roja Ala Kurdistanê" bê pîrozkirin.

Ala Kurdistanê di salên 1927-1930"î de ji aliyê rêberê serhildana Agirî Ihsan Nûrî Paşa ve jî hatiye bikaranîn. Ala Kurdistanê yekem car ji aliyê Teşkilat-ı İçtimaiye Cemiyeti ku di sala 1920an de hatiye avakirin, hatiye qebûlkirin. Herwiha Tevgera Xoybûnê jî wek ala xwe ev al bikar anîye.