|
Polîsê Tirk Balyozê Rûsya Andrey karlov kujt |
|
2016-12-19 22:42 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Balyozê Rûsya yê Enqerê Andrey Karlov ji alî polîsekî Tirk ve hat kujtin û rojeva Tirkiyê aloztir kir.
Polîsê kujer Mevlüt Mert Altıntaş. posîlê taybet bû û heta kujtina Andrey Karlov jî li ser wezîfeya xwe bû.
Wek tê zanîn, ew polîsên taybet yên ku bajarên bakurê Kurdistanê wêran kirin û bi sedan Kurd kujtin, piranîya wan alîgirên terorîstên DAÎŞê bûn û piranîya wan jî bi zimanê Erebî zanîbûn.
Kujerê Andrey karlov Mevlüt Mert Altıntaş jî yek ji wan polîsan bû.
Her çiqasî rayedarên Tirkiyê û Rûsyayê dibêjin "wê ev kujtin bandorê li têkilîyên Tirkiye û Rûsya neke" jî, wê sarî û şik û gumanên mezin têxe navbera rayedarên herdu dewleta.
|
|
|