Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Yusiv Mihemed rehet nasekine
 
Yusiv Mihemed rehet nasekine
2016-12-22 22:13
MediaKurd > info@mediakurd.com
Yek ji wan kesên ku dijminatîya PDK, Barzanî û pêşmergeyên Kurdistanê dike, kevneserokê Parlamentoya Kurdistanê û endamê Tevgera Goran Yusiv Mihemed e.

YUsiv Mihemed ne tenê li Kurdistanê, li Ewrûpayê jî dijminatîya destkeftîyên Kurdistanê dike û ji bo Kurdistan serbixwe nebe, her daxwazên Bexda û Tehranê bi cîh tîne, xizmetek baş ji dagîrkerên Kurdistanê re dike.

Yusiv Mihemed, herî dawîn li Swîsreyê, di Balyozxaneye Iraqê de civînek nehînî û dizî pêk anîye û ji hikûmeta Bexdayê re pêşniyaz kiriye ku "Hêzên Pêşmerge li Kurdistanê nemînin û li şûna Hêzên Pêşmerge artêşek hevbeş ji bo seranserê Iraqê ji Kurd û Ereban pêk bê".

Li gor zanyariyên BasNewsê bi dest xistine, piştî ku di 25.09.2016an de Yusif Mihemed gihiştiye Swîsreyê, di avahîya Balyozxaneya Iraqê de civînek nehînî li gel Balyozê Iraqê Macid Lecmawî pêk anîye û di wê hevdîtinê de behsa çend xalan kiriye.

Xal û pêşniyaza herî balkêş ew e ku "hewl bê dayîn herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de bimîne, dev ji serxwebûnê berde û artêşek navendî li seranserê Iraqê (Kurdistan jî di nav de) bê damezirandin. Yusif Mihemed gotiye: ‘’Pêwîste ew artêşa navendî cîhê Pêşmergeyên Kurdistanê jî bigre’’.

Helbet Yusiv Mihemed, Tevgera Goran. beşek ji YNK û PKK dijminatîya xwe ya li hember PDK, Barzanî û pêşmergeyên Kurdistanê li gor daxwaz û berjewendîyên Îranê dikin. Ev hêzên ku dijminatîya Kurdistanek serbixwe dikin, di pêşîya serxwebûna Kurdistanê de bûne astengên herî mezin.