Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Divê PKK ji Şingalê derkeve
 
Divê PKK ji Şingalê derkeve
2016-12-28 19:48
MediaKurd > info@mediakurd.com
PKK li Şingalê bûye pirsgirêkek mezin û serê Kurdan dêşîne. Hem serê Kurdên Êzdî yên li Şingalê dêşîne, hem jî serê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serokwezîrê Kurdistanê berî niha gotibû ku "heke PKK bi aştîyane ji Şingalê dernekeve, emê mecbûr bimînin ku zorê bi kar bînin". Ango, heke PKK bi qîm û riza xwe ji Şingalê dernekeve, emê wê bi darê zorê derxin der.

PKK û hêzên wê yên li Şingalê bersivek tund dan Nêçîrvan Barzanî û dan zanîn ku ewê terka Şingalê nekin û ji Şingalê dernekevin. Ev helwesta PKK li gor dilê dewleta Îran û Tirkiyê ye û helbet li gor siyaseta wan PKK vê helwestê datîne. Şingal pira navbera Başûrê Kurdistanê, Mûsil û Rojavayê Kurdistanê ye, deverek stratejîk e. Ji ber vê jî, ne Tirkiye, ne Îran, ne Iraq, ne Surîye û ne jî PKK naxwazin vê devera stratejîk bi ser PDK û Barzanîyan ve berdin. A diduyan jî mesela serxwebûna Kurdistanê ye. Heke Şingal bi ser PDK û Barzanîyan ve bê berdan, wê êlankirina serxwebûna Kurdistanê nêzîktir bibe. Ji ber van sedemên girîng jî, dewletên dagîrker û PKK li dijî serxwebûna Kurdistanê her cûre dek û dolaban dikin û dixwazin rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigirin.

Di dema îro de Rûsya, Tirkiye, Îran (Iraq jî pê ve girêdayî ye), Sûrîye û PKK di heman enîyê de şirîk û hevkarên hev in. Û ev yek jî helbet ne di berjewendîya PDK-Barzanî û Amerîkayê de ye. Mana PKK ya li Şingalê ne di berjewendîyên Amerîkayê de ye jî. Ji ber vê jî, Amerîka naxwaze ku PKK li Şingalê bimîne û dixwaze PKK terka Şingalê bike.

Di vê derbarê de Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner, dîsa axivî, nerazîbûna Amerîkayê anî zimên û got: “Hebûna PKK li wê derê astengîya herî mezin a lihevkirinê ye.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Mark Toner, di civîna çapamnîya rojane de ragihand ku ew hebûna PKK ku li Şingalê wek astenga sereke dibînin û divê ti rola wê li Şingalê nebe. Mark Toner destnîşan kir ku ji bo hemû pêkhateyên herêmê bikarin vegerin cîhê xwe pêwîst e hemû hêzên li wê derê hurmetê ji lihevkirina siyasî re bigrin.

Mark Toner, hêvî ji hikûmeta Bexdayê kir ku hikûmeta Bexdayê jî di derbarê mijara pêkanîna aramîya Şingalê û metirsiya PKK de helwestê deyne.