|
Heke rast be, wê hêzên xwe ji Şingalê bikşînin |
|
2016-12-30 21:02 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berdevkên Amerîkayê nerazîbûna xwe li hember mana PKK a li Şingalê nîşan dan, xuyaye rayedarên PKK ketine tengasiyê û dixwazin hêzên xwe ji Şingalê bikşînin. Li gor tê gotin, berpirsên Kurdistanê û PKK li şer vekişandina hêzên PKK di danûstendinê de ne û dixwazin pirsgirêkê aştiyane çareser bikin. Lê ka wê çi encam ji hevdîtinan derkeve, kes nizane.
Di vê derbarê de Endamê Komîteya Rêveber a PKK Murat Karayilan eşkere kir ku wan biryar daye hêzên xwe ji Şingalê vekşînin.
Murat Karayilan ji televîzyonek nêzîkî PKK re axivî û diyar kiriye ku ew yekîtîya kKurdan wek armancek stratejîk dibînin û lewma divê Kurd pirsgirêkên navxweyî bi danûstendinê çareser bikin.
Karayilan eşkere kir ku li ser hebûna hêzên PKK yên li Şingalê di navbera wan û rêveberîya Kurdistanê de hevdîtin hene. Li gor Karayilan dibêje, piştî hevdîtin û nîqaşan ewê hêzên xwe ji Şingalê vekişînin.
|
|
|