Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Tirkiye êdî ne welatekî ewle ye
 
Tirkiye êdî ne welatekî ewle ye
2017-01-01 14:26
MediaKurd > info@mediakurd.com
Siyaseta Erdogan û AKP hişt ku Tirkiye ji qalibê welatekî ewle derkeve û bibe welatekî ne ewle û xeter. Alîkarîya DAÎŞê û grûpên terorîst yên radîkal-îslam, Erdogan û AKP di çavê awira gelemperî de xist û berhemên vê siyaseta xeter jî îro fêkîyên xwe didin.

Wek gelek bajar û deverên din, jiyana li bajarê Stenbolê jî êdî bûye tirsa dilê xelkê. Xelk newêrin derkevin cîhên qelebalix û bi rehetî bigerin. Teqandina bombeyan û kujtina mirovan bûye wek lîztika zarokan û xof û tirs xistiye dilê xelkê. Teqandina li Ortakoy a Stenbolê jî yek ji sedema wê tirs û xofê ye.

Li taxa Ortakoy a navçeya Beşiktaş a Stenbolê, li hemberî klûba kêfê Reîna êrîşek çekdarî pêk hat. Li gor tê gotin, di dema êrîşê de di hindurê klûbê de 500-600 mêvan hebûn. Kesekî bi cil û bergên Noel bi çek û bombeyan êrîşî ser mêvanên klûbê dike û wan dide ber gule û fîşekan.

LI gor hat eşkere kirin, heta niha 39 kes mirine û zêdeyî 60 kesî jî brîndar in. Lê hinek ravekarên çapemenîyê dibêjin ku hejmara kujtîyan zêdetir e û hejmar nayê eşkerekirin.

Piştî vê karesatê, gelek rayedarên dewletan peyamên sersaxîyê ji rayedarên Tirkiyê re şandin. Lê herweha bala hemwelatîyên xwe jî kişandin ser wê yekê ku neçin Tirkiyê û Yirkiye êdî welatekî ne ewle, lê welatekî xeter e.