Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venakişin
 
Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venakişin
2017-01-05 18:12
MediaKurd > info@mediakurd.com
Berî niha Serokê Partiîya Dewa ya Iraqê Nûrî Malikî dîsa dijminatîya Kurdan kir û xwest ku pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî vekişin. Helbet Nûrî Malikî bi serê xwe van daxwazan nake. Bi piştgirîya Îranê û tevgerên wek Goran û PKK dike.

Di vê derbarê de Wezareta Pêşmerge bi daxuyanîyekê helwesta Nûrî Malikî şermezar kir û eşkere kir ku wê pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venekişin û kesên ku sînorên Kurdistanê kifş dike ne Malikî ye, lê pêşmerge ye.

Di derbarê helwesta Nûrî Malikî de şermezarîyek jî ji alî Endamê Serkirdayetîya YNK Mistefa Çawreş ve hat. Mistefa Çawreş Nûrî Malikî şermezar kir û got: “Dibe ku Malikî ji bo wê yekê çûbe Şingalê da ku li wir bêje divê Pêşmerge ji Şingalê vekişin. Pêşmerge xwîna xwe di ber wan navçeyên Kurdistanî de daye û ji wan venakişe. Ew sînorên ku niha Pêşmerge lê ne, sînorê Kurdistanê ne û ti hêncetek ji axaftinên Malikî re tuneye. Pêşmerge girêdayî îradeya gelekî ye û bi gotina kesî ji wan navçeyan venakişe”.

Mistefa Çawreş got ku " Em wek alîyên siyasî yên Herêma Kurdistanê çi nakokî di navbera me de hebin jî, li ser Kurdistanîbûna wan navçeyan û mana pêşmerge li wan navçeyan, tu carî nakokî nakeve navbera me û nêrîna me yek e. JI ber vê, divê li hember gotinên Malikî jî em gotina xwe bikin yek. Nabe wilo ji Malikî re here serî ku bi kêfa xwe daxuyanîyan bide û gefan bixwe".