Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : PKK nehişt Kurdên Êzdî bên rizgarkirin
 
PKK nehişt Kurdên Êzdî bên rizgarkirin
2017-01-07 20:53
MediaKurd > info@mediakurd.com
Kiryarên PKK yên li her çar parçeyên Kurdistanê xuya û aşîkar in. Ji bo Kurd negihên serxwebûna xwe û ji bo Kurd ji hev parçe û tar û mar bibin, çi ji destê wê tê dike. Mijara Şingalê jî yek ji wan lîztik û dijminatîya Kurdan û Kurdistanê ye.

Mijara Şingalê û rizgarnekirina Kurdên Êzîdî îro ji doh zêdetir eşkere dibe. PKK ji bo Kurdên Êzîdî yên li Şingalê neyên rizgarkirin çi ji destê wê hatiye kiriye. Serekerkanê berê yê Iraqê Babekir Zebarî ev yek eşkere kir.

Sererkanê berê yê Artêşa Iraqê Babekîr Zêbarî, diyar kir ku "dema çekdarên DAIŞ êrîşî Şingalê kirin, komîsyonek leşkerî yê Amerîkayê hatin Çiyayê Şingalê da ku xelkê gundê Koço rizgar bikin. Lê gerîlayên PKK rê nedan wan û nehiştin".

Babekîr Zêbarî, bi dewamî ji Rûdawê re got; “Ez dixwazim agahiyek pir giring bidim. Dema DAIŞ êrîşî Şingalê kir, ez çûm cem Amerîkiyan û min ji bo wan got ku çareseriyekê ji bo gundê Koço peyda bikin. Ji ber ku 4 hezar kes di wî gundî de hebûn û hê jî neketibû destê DAIŞ. Wan jî got em karin li ser daxwaza Qaymiqamê Şingalê Mehma Xelîl pêgehên DAIŞ yên li derdora gund bombebaran bikin. Eger em bombebaranê bikin wê DAIŞ neçar bimînin xwe vekşînin û bi vî awayî emê xelkê gund ji gund derbixin”.

Zêbarî da zanîn û berdewam kir: “Leşkerên Amerîkî bi du helîkopteran hatin ser Çiyayê Şingalê. Li wir wê plana rizgarkirina xelkê Koçoyê bihata amadekirin. Lê şervanên PKK hatibûn wê derê û ala xwe bilind kiribûn. Wan nehiştin komîsyona Amerîkî herin wî alî û ew dan ber keviran".

Gundê Koço 18 kîlometreyan dûrî navenda Şingalê ye û berî hatina DAIŞ 4 hezar kes tê de dijîyan. DAÎŞ li gundê Koço hezar û 300 kes kujtin û gelek kes revandin.