Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Bexda naxwaze PKK ji Şingalê derkeve
 
Bexda naxwaze PKK ji Şingalê derkeve
2017-01-11 23:51
MediaKurd > info@mediakurd.com
PKK û Şingal cihê xwe yê germ di rojeva Kurdan de diparêze. PKK gelek caran gotiye ku "em ji Bexdayê alîkarîyê distînin" û ji ber wê yekê jî li Şingalê bi cîh bûne û naxwazin jê derkevin. Her çiqasî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje "bela PKK ji Şingalê derkeve" jî, lê xuyaye ne rast e û naxwaze PKK terka Şingalê bike.

Di vê derbarê de Endamê Parlemantoya Iraqê Dr. Macid Şingalî, ji çapemenîyê re anî zimên ku "di mijara derxistina PKK ji Şingalê de hihûmeta Bexdayê ne ciddî ye, ji ber ku Bexda bi xwe alîkarîya PKK dike".

Şingalî li ser destûra Iraqê jî axivî û got: “Li gor destûra Iraqê hebûna PKK li Şingalê ne destûrî ye, ji ber ku nabe ji bilî hêzên Iraqê tu hêzek din li navçeyê hebe. Lewma jî hebûna PKK ne yasayî ye û eger ji Şingalê dernekeve wê ziyanê bigihîne Herêma Kurdistanê”.