|
PYD kenê mirov tîne |
|
2017-01-12 00:08 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
PKK û PYD tiştên nebûyî û nedîtî dixin stuyê PDK da ku di pêvajoya serxwebûna Kurdistanê de PDK û Barzanî li ber çavê Kurdan reş bikin. Bûyer û kiryarên ku nehatibin kirin dixin stuyê PDK û bi tohmetên kesanedî wan gunehbar dikin.
PYD çend roj berê gotibû ku "roja 3 vê mehê, 5 helîkopterên şer ên Tirkiyê ji navendek serbazî ya li Herêma Kurdistanê rabûne û êrişî gundê Til Elo ya Kantona Cizîrê kirine".
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê derbarê de bi tundî bersiva tohmetên PYD da û derewa wan li nav çavê wan xist.
Di derbarê vê tohmetê de, hikûmeta Kurdistanê daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku ew tohmetên PYD derew in. Tohmetên PYD nîşana wê yekê ne ku ew kes ne normal in û “gelekî nexweş in”.
Di daxuyanîyê de her wiha hat gotin ku "ew tohmeta PYD “kenê mirov tîne” ji ber li Herêma Kurdistanê tu navendek serbazî nîne ku balafirên şer jê rabin û li Rojava bidin
|
|
|