Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Trump sûnd xwar û bû serokê 45.mîn ê Amerîkayê
 
Trump sûnd xwar û bû serokê 45.mîn ê Amerîkayê
2017-01-20 19:46
MediaKurd > info@mediakurd.com
Donald Trump sûnd xwar û bû serokê 45.mîn yê Amerîkayê.

Ji îro pê de li Amerîkayê rojek nû û siyasetek nû dest pê dike. Êdî dema Demokratan li paş ma û dema Komarîxwazan dest pê dike.

Helbet dîtin û şiroveyên cuda li ser Donald Trump û siyaseta wî tên gotin. Lê şiroveyên herî girîng ew in ku wê siyaset û polîtîka Donald Trump ji ya Barack Obama cudatir be û wê ev jî bandora xwe hem li Rojhilata navîn, hem jî li Kurdistanê bike.

Gelek ji alîkar û karmendên Trump di gotin û şiroveyên xwe de tînin zimên ku wê Trump pişta xwe nede Kurdan û wê zêdetir alîkarî û piştgirîya Kurd û Kurdistanê bike. Amerîka di dinyayê de konsolosxaneya xwe ya herî mezin li Hewlêrê ava dike. Ev jî nîşana wê yekê ye ku Amerîka wê li Kurdistanê bi temametî bi cîh bibe û zêdetir alîkarîya Kurdan bike. Ji alîyê din şîrketên ku li Kurdistanê petrol û gazê derdixin, bi piranî alîgirên Trump in. Ev jî zêdetir pişta Kurdan qewîntir dike û hêvîya wan xurttir dike.