Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : ENKS ji Brîtanya, Fransa û Almanya re behsa rewşa Rojava kir
 
ENKS ji Brîtanya, Fransa û Almanya re behsa rewşa Rojava kir
2017-01-24 18:56
MediaKurd > info@mediakurd.com
Civîna li paytextê Kazakistanê Astana dest pê kir û beşdarên civînê li ser rewşa Sûriyê û pêşeroja wê axivîn. ENKS jî di nav grûpên oposizyona Sûriyê de beşdarî civîna Astanayê bûye. Beşdarîya ENKS helbet ji alî PKK û PYD ve bû cîhê nerazîbûnê û bû sedem ku PKK û PYD dîsa li dijî ENKS dest bi tohmet û antî propagandayê bikin. Ji ber ku PYD wek beşek ji rejîma Sûriyê tê qebûlkirin, nehat vexwendin û beşdarî civînê nebû.

Di derbarê civîna Astanayê de Serokê ENKS Îbrahîm Biro ji çapemenîyê re got ku" Li Astanayê pirsa leşkerî ya li Sûriyê hat gotûbêjkirin û şanda ENKS jî li wir ligel nûnerên Brîtanya, Fransa û Almanya civiya".

Serokê ENKS Îbrahîm Biro, herweha da zanîn ku "Şandên leşkerî yên opozisyonê ligel rêjîma Sûriyê civiyan. Herwiha biryare ku civînên şandên leşkerî bi çavdêrîya welatên biyanî berdewam bin”.

Îbrahîm Biro da zanîn ku di civîna Astanayê de tenê pirsên leşkerî tên nîqaş kirin û pirsên siyasî jî wê ji bo civîna Cenevreyê bimînin.

Biro herweha got ku, “Em wek şanda ENKS beşek ji şanda siyasî ne, lewma jî em di gotûbêjên leşkerî de beşdar nebûn, lê emê di dema gotûbêjên siyasî de wek ENKS beşdar bibin. Em wek ENKS ligel nûnerên Fransa, Almanya û Brîtanya civîyan û di derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê me nêrînên xwe pêşkêşî wan kir”.

Îbrahîm Biro herweha got ku ewê di civîna Astanayê de pirsa Pêşmergeyên Rojava jî bînin holê û nîqaşê li ser bikin.