Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Ji bo rojava 10 hezar pêşmergeyên nû tên perwerdekirin
 
Ji bo rojava 10 hezar pêşmergeyên nû tên perwerdekirin
2017-01-24 19:12
MediaKurd > info@mediakurd.com
PKK û PYD rê nadin ku Pêşmergeyên Rojava yên ku li Başûrê Kurdistanê ne, vegerin Rojavayê Kurdistanê û welatê xwe biparêzin. Helbet ev kiryar li ser daxwaza rejîma Sûriyê û Îranê pêk tên. Îran û Sûriye naxwazin hefsar ji destê wan derkeve û ji derveyî PYD û YPG hêzek din li Rojavayê Kurdistanê hebe.

Heta niha 8 hezar Pêşmergeyên Roj ku ji Kurdên Rojava pêk tên, hatine perwerdekirin û di şerê li dijî DAÎŞê jî bedêlek mezin didin. Niha tê xwestin ku 10 hezar pêşmergeyên nû ji bo Rojavayê Kurdistanê bên perwerdekirin. Û ev jî helbet nîşana xêrê ye û hêvî tê kirin ku Pêşmergeyên Rojava di pêşerojê de vegerin Rojavayê Kurdistanê û xaka welatê xwe biparêzin.

Li ser daxwaza Hevpeymanîya Navdewletî 10 hezar pêşmergeyên nû ji bo Kurdistana Rojava tên perwerdekirin. Li gor Berpirsê ENKS Kawa Ezîzî dibêje, heta niha li derdora 6 hezar kesan navê xwe tomar kirine û amade ne bibin pêşmerge.

Endamê rêveberîya ENKS Kawe Azîzî, ji çapemenîyê re ragihand ku “Li ser daxwaza hêzên hevpeyman, 10 hezar pêşmergeyên nû ji bo Kurdistana Rojava tên wergirtin û perwerdekirin. Heta niha 6 hezar kes navê xwe nivîsandine. Em bawerin di demek nêzîk de wê hejmara wan bigihê 10 hezaran”.

Niha li derdora 8 hezar pêşmergeyên Rojava hene. Heke 10 hezarên din jî bên wergirtin, bi vî rengî hejmara pêşmergeyên Rojava digihê 18 hezaran”.