|
Sê partî bûn yek |
|
2017-01-26 20:23 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Sê partîyên Kurdistana Rojava biryara yekîtîyê dan û bi merasîmek fermî bûn yek.
Hat eşkerekirin ku li bajarê Qamişlo sê partîyên Rojava, Partîya Azadî, Partîya Azadîya Kurd – Sûriye û Şepêla Hevgirtinê bi fermî bûne yek.
Di vê derbarê de Sekreterê giştî yê Yekîtîya Netewî û Demokratîk a Kurdistanê (YNKD) Xefûr Mexmûr ragihand ku "Di hevgirtina wan partîyên siyasî yên Kurdistana Rojava de nûnerên piranîya hêz û partîyên siyasî yên hemû parçeyên Kurdistanê beşdar bûn û yekîtî bi awayekî fermî har ragihandin".
Sekreterê giştî yê YNKD Xefûr Mexmûr, da zanîn ku "Li Kurdistana Rojava dem dema Kurdayetîyê ye û ne dema partîtîyê ye".
Mexmûrî, herweha bang li partîyên Rojava kir ku xwe nêzîkî hev bikin, xwe ji berjewendîyên partîtîyê dûr bixin û fersenda ku li wî beşê welêt derketiye holê sûdê jê bibînin, bi hev re xebatê bikin ji bo ku gelê Kurd li wî parçeyê Kurdistanê bigihê mafên xwe yên rewa.
|
|
|