|
Amerîka dixwaze Kurdan bigihîne hev |
|
2017-01-29 16:58 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Vexwendina ENKS ya ji bo Amerîkayê hêvîyek mezin da Kurdan û hêvî tê kirin ku Amerîka bi taybet Kurdên Rojava bigihîne hev û wan nêzîkî hev bike. Ji vê mebes tê helbet armanc ENKS û PYD ye.
Di vê derbarê de Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Fûad Elîko ragihand ku "Amerîka û hin hêzên din yên navdewletî hewla wê yekê didin ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) li ser xetekê bigihînin hev".
Wek tê zanîn, Amerîkayê heman welwest li Başûrê Kurdistanê jî danîbû û PDK û YNK gîhandibûn hev. Piştî tifaqa PDK û YNK li Başûrê Kurdistanê Kurd pêşvetir çûbûn û destketinên mezintir bidest xistibûn.
Nûnerê ENKS Fûad Elîko, da zanîn ku Amerîka gelek caran daxwaz ji ENKS kiriye da serdana Amerîkayê bike û bi wan re têkildar be. Elîko, vexwendina Amerîkayê erênî nirxand û destnîşan kir ku Amerîka dixwaze ENKD û PYD nêzîkî hev bike.
|
|
|