Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Radestî PYD nabin
 
Radestî PYD nabin
2017-02-04 13:22
MediaKurd > info@mediakurd.com
Pirsgirêkên di navbera ENKS û PYD de didomin. PYD her tiştî û her têkilîyê ji bo xwe maqûl û rewa dibîne. Lê ku ENKS heman têkilîyan bi dewletan re datîne, tu gunehbar û şermezarkirin.

Di derbarê tohmetên PYD de nûnerekî ENKS yê li Herêma Kurdistanê Cedan Elî, anî zimên ku "dema ENKS diçe Tirkiyê, PYD tohmetan li ENKS dike û dibêje ENKS ne paqij e. Lê niha ew bi xwe daxwaz dikin ku Enqere gotûbêjan ligel wan bike" û rexne li PYD girt.

Cedan Elî, di dewamîya agahîyên xwe de ragihand ku “Karê PYD tenê bûye zilmkirina li ENKS û dijayetîya me dike. Serkirde û endamên me davêjin binê zindanan. Divê PYD li siyaseta xwe vegere, ji ber ku em xwe radestî wan nakin”.

Cedan Elî, daxuyand ku PYD xwe li ser wan ferz dike, dixwaze bi wan re têkîlîyan deyne, lê ji ber siyaseta şaş û dîktatorane ew naxwazin xwe bi destê PYD ve berdin û xwe radestî wan bikin.