|
Îran sponsorê terorîzmê ye |
|
2017-02-04 13:52 |
MediaKurd > info@mediakurd.com |
|
Nermbûna di navbera Amerîka û Îranê de cîhê xwe ji hişkî û dijberîyê re dihêle û her roja ku dibuhure, navbera herdu dewletan xirabtir dibe.
Piştî ku Donald Trump bû Serokkomarê Amerîkayê, helwesta Îranê li dijî Amerîkayê hat guhertin û dest bi ceribandina fûzeyên giran kir. Îranê bi ceribandina fûzeyên giran sozên ku dabûn Amerîkayê jî binpê kirin.
Rayedarên herdu welatan daxuyanîyên tund li dijî hev didin û hevdu bêminet dikin. Amerîkayê niha dest bi gavên din kir û ambar go danî ser hinek kes û şîrketên ku alîkarîya Îranê dikin.
Di vê derbarê de Wezîrê Berevanîya Amerîkayê James Mattis, di serdana xwe ya Japonyayê de Îran wek "sponsorê terorîzmê” bi nav kir û da xuyakirin ku têkilîyên herdu welatan her roj xirabtir dibin.
James Mattis generalekî tund û hişk e û bi helwestên xwe yên li dijî Îranê tê naskirin. James Mattis ji alî Donald Trump ve wek Wezîrê Berevanîya Amerîkayê hat bilbijartin û ev yek jî tirsê dixe dilê Îranê.
James Mattis, li Tokyo ya Japonyayê got: “Li ser rûyê cîhanê dewleta herî mezin û sponsorê terorê Îran e. Em nikarin evê yekê înkar bikin”.
Gotinên James Mattis nîşana wê yekê ye di pêşerojê de wê şer û rikberîyên navbera Amerîka û Îranê geştir bibin û wê ev helbet bandora xwe li Kurdan jî bike.
|
|
|