Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Cihên rizgarkirî radestî rejîma Sûriyê dikin
 
Cihên rizgarkirî radestî rejîma Sûriyê dikin
2017-02-11 20:13
MediaKurd > info@mediakurd.com
Ev ne cara yekem e ku YPG cihên ku bi xwîna keç û xortên Kurdan tên rizgarkirin radestî rejîma Beşer Esed dike. Berî niha jî li Qamişlo û Hesehê PYD erdên ku bi xwîna KUrdan hatibûn rizgarkirin, radestî rejîma Sûriyê kiribûn. Niha heman kiryar li gundên Helebê tên pêkanîn.

Li gor di çapemenîyê de tê ragihandin, Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPG) 6 gund û bajarokên bakurê Helebê teslîmî hikumeta Sûriyê kirine.

Ajansên hikumeta Sûriyê vîdeoya civîna fermandarên YPG û berpirsên hikûmeta Sûriyê li Helebê belav kirin. Di vîdeoyê de tê ragihandin ku YPG gund û bajarokên hawîrdora Helebê wek Til Rifat, Minix, Mayir, Til Cibîn, Meerse El xan, Hirdin Tîn teslîmî hikumetê kirine.

Li gor lihevhatina navbera YPG û berpirsên rejîma Sûriyê, wê koçber û dezgehên rejîma Sûriyê vegerin van gund û bajarokên ku YPG radestî rejîmê kirine û ev peyman di çarçoveya lihevkirina niştimanî de hatiye çêkirin.