Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Bi darê zorê dikanên xelkê digrin
 
Bi darê zorê dikanên xelkê digrin
2017-02-16 09:08
MediaKurd > info@mediakurd.com
Bi minasebeta salvegera girtina serokê PKKê Abdullah Ocalan, hem li bakurê Kurdistanê û hem jî li rojavayê Kurdistanê alîgirên PKK û PYD bi darê zorê dikanên xelkê dan girtin. Dikanên dikandarên Kurd ne îro, lê ji roja ewil de jî bi darê zorê dihatin girtin û girtina Ocalan dihat şermezarkirin.

Heman siyaseta PKK ji alî PYD ve li rojavayê Kurdistanê jî tê meşandin. Kesên ku dikanên xwe negrin ceza dixwin, dikanên wan tên wêrankirin yan jî mecbûrî koçkirinê tên kirin.

Desthilatdarîya PYD li rojavayê Kurdistanê di navçeyên bin desthilata xwe de daxistina bazar û markêtan bi zorê li ser xelkê ferz kirin û dan girtin. Kesên ku nexwestin dikanên xwe bigrin, zixt û gefên şewitandina dikanên wan li wan hat kirin.

Di roja girtina Ocalan de, li temamê bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê ên ku di bin desthilatdarîya PYD de ne, hem dikan û bazar, hem jî dibistan û zanîngeh hatin girtin û alîgirên PYD nehiştin xwendevan biçin dibistanên xwe.

Kiryarên PKK û PYD li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd bêzar kirine û ji desthilatdarîyên dagîrkeran zêdetir Kurdan mecbûrî xwe û siyaseta xwe dikin.