Skip Navigation Links
Kurdî » Nûçe : Amerîka û Brîtanya bi alîkarîya pêşmerge şanaz in
 
Amerîka û Brîtanya bi alîkarîya pêşmerge şanaz in
2017-02-16 09:33
MediaKurd > info@mediakurd.com
Rayedarên Amerîka û Brîtanyayê, herweha gellek rayedarên welatên Yekîtîya Ewrûpayê, piştgirîya xwe ji bo Kurdistanê û ji bo hêzên pêşmerge dubare kirin.

Serdana rayedar û balyozên Amerîka, Brîtanya û Yekîtîya Ewrûpayê ji bo Kurdistanê didomin. Herî dawîn balyozê Amerîka yê li Iraqê Douglas Silliman serdana Hewlêrê kir û bi rayedarên Kurdistanê re hatin cem hev. Douglas Silliman, carek din dupat kir ku ew bi alîkarîkirina pêşmerge serbilind û şanaz in û ewê di pêşerojê de jî her alîkarîya pêşmerge û herêma Kurdistanê bikin.

Ji alîyê din, Wezîrê Paraztina Brîtanyayê Michael Fallon jî serdana Hewlêrê kir û bi rayedarên herêma Kurdistanê re hatin cem hev. Michael Fallon, li ser navê welatê xwe carek din spasîya qehremanîya pêşmerge û herêma Kurdistanê kir û dupat kir ku ewê di pêşerojê de alîkarîya xwe kêm nekin û Kurdistanê bi tenê nehêlin.